Ev ne dema li bendê mayînê ye ku statuya heyî bi tena serê xwe hilweşe; ev dem dema bi hêza gelêrî ya rêxistinkirî bi awayekî hişmendî, sîstematîk û bi biryardarî avakirina jiyaneke nû û pêşerojeke demokratîk e.
Meclisa Partiya me, di vê serdema ku pêvajoya siyasî gihîştiye xaleke dîrokî de, ji bo ku raporên herêmî bi awayekî berfireh binirxîne, zelalkirina rêyên çareseriyê yên di derbarê astengiyên rêxistinî û ji bo şênberkirina stratejiya avakirinê ya serdema nû, di 16’ê Nîsana 2026’an de li Amedê civiya. Civîna me ne tenê li ser rewşa siyasî ya heyî, lê di heman deme de li ser paşxaneya wê ya dîrokî, karakterê çînî û pêvajoya ji nû ve sêwirandina herêmî bi analîzek hemûgir jî axivî.
Di tevliheviya ku ji ber qeyrana kûr a modernîteya kapîtalîst derdikeve holê de, gavên hêzên hegemonîk ên cîhanî ji bo ji nû ve sêwirandina Rojhilata Navîn bi lêztir dibe. Pêvajoya şer, ku bi êrîşên Îsraîl û ABD’yê li dijî Tehranê di 28’ê Sibata 2026’an de ket qonaxek nû, tevî rawestandinên demkî, herêmê dixe nav aloziyek pir-qatî û demdirêj. Ev rewş ji şêweyên klasîk ên pevçûnên navbera dewletan derbas bûye û veguheriye şerekî sîstemîk ê piralî ku armanc dike destkeftiyên demokratîk ên gel tasfiye bike.
Eşkere ye ku ev şer ne tenê li eniyên leşkerî tê meşandin. Saziyên perwerdehiyê û xweza, ku qadên jiyanê yên herî bingehîn ên civakê ne, jî bûne hedefên rasterast ên vê pêla êrîşan. Zêdebûna êrîşên dawî yên li ser dibistanan ne tenê bûyerek e ku ewlehiya fîzîkî tehdît dike, di heman demê de beşek ji meylek sîstematîk e ku ber bi têkbirin û kontrolkirina îdeolojîk a qada perwerdehiyê ve diçe, ku pêşeroja civakê dîzayn dike. Leşkerîkirin û paşveçûna perwerdehiyê nîşaneye polîtîkayên ku armanc dike ku ramana azad û rexnegir ji holê rake.
Bi heman awayî, nêzîkatiya hikûmetê ya li hember xwezayê ne tenê tercîheke aborî ye; ew hişmendiya rêveberiyê ye ku li ser talan û îstismarê hatiye avakirin. Wêrankirina bêsînor a daristanan, çavkaniyên avê û jîngehan ji bo berhevkirina sermayeyê wêrankirina ekolojik kûrtir dike û rasterast mafê jiyanê yê gel tehdît dike. Di vî warî de, qeyrana ekolojîk bûye beşek ji qeyranên piralî yên ku ji hêla pergalê ve hatine afirandin. Têkoşîna li dijî metakirina xwezayê yek ji hêmanên damezrîner ên avakirina civakek demokratîk e.
Di vê qonaxa dîrokî de, helwesta siyasî ya ku ji hêla gelê Kurd ve tê pêşxistin ne tene reflekseke parastinê ye; ew di heman demê de îlankirina îradeya damezrandinê ye. Perspektîfa yekîtiya demokratîk a ku li Rojhilatê Kurdistanê hat pêşkêş kirin ne tene arasteyek stratejîk e ku bersiva hewcedariyên demê dide, lê di heman demê de temsîla paradîgmaya neteweya demokratîk a Birêz Abdullah Ocalan e. Yekîtiya neteweyî ya Kurd êdî ne hilbijartinek taktîkî ye; ew pêdiviyek dîrokî ye di diyalektîka hebûn û nebûnê de. Gelê Kurd, li dijî şer û polîtîkayên parçebike-birêvebibe yên hêzên serdest, îdîaya xwe ya avakirina modela civaka xwe ya demokratîk bi stratejiya Rêya Sêyemîn a Rêberê Gelê Kurd, Birêz Abdullah Ocalan didomîne. Ev rê ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû gelên herêmê xwedî potansiyela çereseriyeke demokratîk e.
Nêzîkatiya desthilatdariya siyasî ya Tirkiyeyê ya li hember meseleya Kurd, bi dûrketina ji bingehên herî kêm ên demokratîk û qanûnî, dibe sedema kûrbûna rewşa bêçareseriyê.Siyaseta tecrîdê ya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, ne tene kiryarek takekesî ye; ew mudaxileyeke sîstematîk e li dijî mafê aştiyê yê gelan. Ji ber vê yekê, ewlekirina azadiya wî ya fîzîkî û qanûnîkirina statuya wî wekî muzakerevaneke sereke ji bo aştiya herêmî û çareseriyek demokratîk wekî astên krîtîk têne dîtin.
Meclisa Partiya me, bi vê hişê berpirsiyariya dîrokî, pirsgirêkên ku di avahiyên me yên rêxistinî de derketine holê bi awayî xwerexneyî girt dest. Xitimandina rêxistinî, qelsiyên îdeolojîk û kêmasiyên koordînasyonê wekî faktorên ku kapasîteya me ya têkoşînê sînordar dikin hatine destnîşankirin. Li gorî vê, erkê herî bingehîn ê ku ji bo serdema pêş de hatiye destnîşankirin; zêdetir rêxistîbûyîn, zelalkirina îdeolojîk û hûnandina ji nû ve avakirinê . Qeyrana aborî ya kûr û xizaniya di warê civakî de wekî encamek rasterast a polîtîkayên şer hat hesibandin. Biryar hat dayîn ku li dijî polîtîkayên tiryak, çete û çekan, xeteke têkoşînê ya navendî û bi berdewam a ku li ser ciwanan raweste were avakirin, û pêşxistina qadên jiyanê yên alternatîf, hilberîna kolektîf û torên hevgirtinê dê stûnên bingehîn ên vê têkoşînê bin.
Têkoşîna azadiya jinan, ku di serdema nû de hêzek pêşeng e, tekez kiriye ku ew ê ne tene temsîliyeta xwe di qada siyasî de zêde bike, di heman demê de dê bibe hêzek pêşeng û rêxistinkerê guhertin û veguherînê di avakirina civakek komînal a aştiyane û demokratîk de di warên civakî de ku tê xwestin werin tengkirin û paşguhkirin.
Di derbarê plansaziya pêşerojê de; kûrkirina pêvajoyên perwerdehiya îdeolojîk, temamkirina kongreyan, xurtkirina têkoşîna li dijî binpêkirinên mafên mirovan di girtîgehan de û xurtkirina têkiliyên bi gel re di asta herêmî de vedihewîne. Di xeta berfireh a têkoşînê ya ku ji 1’ê Gulanê heya berxwedana ekolojîk didome de, nêzîkatiyek domdar û rêxistinkirî, dê were pejirandin.
Meclisa Partiya me tekez kir ku hemû kadro û avahiyên rêxistinkirî dê bi berpirsiyarî û înîsiyatîfê li gorî ruhê pêvajoyê hîn bi hêztir beşdarî xebatan bibin. Avakirina civakeke demokratîk peywirekeke ku nayê paşxistin e û ev peywir tenê bi îradeya rêxistinkirî ya gel dikare biserkeve.
Dem; ne dema li bendê mayînê ye, dema avakirinê ye.
Dem; dema têkoşîna rêxistinkirî ye, ne tebatîbûnê ye.
Dem; dema avakirina jiyaneke nû ye.
Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk

