Peyama Birêz Abdullah Ocalan a di der barê wefatkirina Salih Muslim de: Dema ku Heval Salih Muslîm koça vê dinyayê dike

"Dema ku Heval Salih Muslîm koça vê dinyayê dike  

 

Min xebera koça dawî ya hevrêyê xwe yê hêja Salih Muslîm êvarê bihîst. Min heta sibê ew û têkoşîna wî yad kir. Bêguman, ji bo kur, xizm û hemû hevalên wî, ew êdî nemir e. Wî hêjayî gel û welatê xwe jiyanek derbas kir û ew bû nemir. Ew welatparêzekî rastîn ê axa Sûriyeyê bû. Ew bi Kurdan re dibû Kurdekî temam; bi Ereban re dibû hevalekî jêneger; bi Tirkan re dibû birayekî heq. Wî Asûrî, Ermenî, Çerkes jî tê de bi her etnîsîte, ol û mezheban re avakirina têgihîştineke mirovane ya bêkêmasî, kir beşeke girîng ji jiyana xwe.

 

Ew kevirek bingehîn ê dîwarê Rojava bû ku ez her tim pê bawer bûm û ew ê her daîm wisa bimîne.  Ez wî wekî cêwiyê Sirri Sureyya dibînim ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji nav me bar kir. Ew ê li ser vê bingehê, wek stêrka nemir a têkoşîn û aştiya me bimîne.

 

Şehadeta Salih Muslîm ne wendahiyek e. Berevajî vê, ew ê heta hetayê gelê xwe, hemû gelan, netewe, dost û hevrêyên me wekî hêzeke heqîqî xurt bike.

 

Abdullah OCALAN

12 Adar 2026

Îmrali"

Çalakîyên Nêzîk