Em ê bi îradeya hevpar a gelan, azadiya jinan, dînamîzma ciwaniyê û hêza cewherî ya civaka rêxistinkirî re civaka demokratîk ava bikin.
Di civîna Meclîsa Partiya me ya ku me di 19’ê Tîrmehê de li Wanê pêk anî de, pêşketinên siyasî yên ku li dinyayê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê qewimîne, bi awayekî berfireh hatin nirxandin; di encamê nîqaşên ku derheqê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, pêşketinên herêmî, xebatên me yên partî û xeta têkoşîna me ya dema bê de biryarên girîng hatin girtin.
Rojhilata Navîn şahidê pêvajoyeke nû ya sêwirandin û ji nû ve parvekirina qeyranên binyatî yên modernîteya kapîtalîst e ku kûrtir dibe. Hêzên hegemonîk ên global ên ku li gorî berjewendiyên xwe hevsengiyên siyasî û sînoran ji nû ve disewirînên, îradeya gelên herêmê hesabnakin; ne xwestekên azadî, demokrasî û wekheviya gelan, lê berjewendiyên xwe yên aborî, leşkerî û stratejîk esas digirin. Pevçûna ku îro di navbera Îran û DYA de diqewime jî ji vê rastiya dîrokî xweser nîne.
Êrişa DYA ya li dijî Îranê, berevajî îdîayan, armanc nake ku demokrasiyê ji gelan re bîne an jî rejîmên otorîter hilweşîne. Berevajî wê, ev êriş beşek e ji hewldanên ji nû ve hêzdarkirina hegemonyaya pergala cîhana kapîtalîst a ku di qeyranê de ye. Ji aliyekî din, rejîma mollayan a Îranê bi salan e li dijî gelê kurd, gelên bindest, jinan, ciwanan û tevahiya muxalefeta civakî, polîtîkayên ku li ser înkar, tundî û tedayê esas digire, dimeşîne. Bi vî awayî, pevçûna ku îro diqewime, ne di navbera azadiya gelan û dîktatoriyê de ye; li ser herêmê têkoşîna serdestiyê ya di navbera du mentaliyetên siyasî û hegemonîk de ye.
Loma ne êrişa kolonyalîst û ne jî avahiyên dewleta otorîter nikare bibe çareya gelên Rojhilata Navîn. Her girêdana siyasî ya ku li derveyî îradeya gelan tê danîn, mehkûm e ku di refa dîrokê de bimîne. Dîrokê nîşan daye ku ne rejîmên ji jor ve hatine ferzkirin û ne jî statukoyên ku bi amûrên zorê têne parastin, nikarin lêgerîna gelan a ji bo azadiyê heta hetayê bitepisînin. Daxwaza azadiyê ya ku li Rojhilata Navîn û gelek herêmên din ên cîhanê li ser tê axaftin, modelên rêveberiyê yên ku îradeya gelan esas digirin, wek berpirsyariyeke dîrokî xwe dixe pêşiya me. Paradîgmaya Civaka Demokratîk a ku îradeya demokratîk a gelan esas digire, alternatîfa rastîn a Rojhilata Navîn e. Perspektîfa Netewa Demokratîk a ku ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve tê formulekirin; wek modela çareseriya demokratîk a herî bihêz ku jiyana gelan, baweriyan, çandan û nasnameyan a wekhev, azad û hevpar mumkun dike, girîngiya xwe her ku diçe zêdetir dike. Hêza bingehîn a ku divê herêm pê ber bi aştiyeke mayînde ve here, ne polîtîkayên şer ên dewletan e; rêxistinbûna gelan a hevpar û demokratîk, xwerêveberin û îradeya jiyana hevpar, hêza herî dînamîk a aştî û azadiyê ye.
Di vê serdema dîrokî de, yekîtiya gelê kurd berevajî serdemên din xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Em hevkariya ku di navbera partiyên siyasî û rêxistinên Rohilatê de derketiye holê, wek erkeke dîrokî dibînin. Em bawer dikin ku ev hevkarî ne tenê ji bo yekîtiya kurdan a netewî ye, di heman demê de ji bo çareseriya gelên Rojhilata Navîn jî pêşketineke girîng e. Hêzdarkirina lêgerîna yekîtiyê, civakîbûna wê û berfirehkirina xeta demokratîk a ku tevahiya gelên bindest dihewîne, berpirsyariya me ya hevpar e. Ji aliyekî din ve jî, teda, tehdît û êrîşên ku rejîma Îranê di demên dawî de li dijî partiyên siyasî yên kurdan û rêxistinan pêk anîne, ji aliyê me ve nayên qebûlkirin. Em van êrişên ku mafê rêxistinbûna demokratîk û azadiya gelê kurd dikin hedef, bi awayekî xurt şermezar dikin; em bang dikin ku raya giştî ya navneteweyî, saziyên mafên mirovan û derdora demokratîk li hember van dijberiyên bêhiqûq helwesta xwe diyar bikin.
Îro Rojhilata Navîn ne hewcedarê şerên nû, sînorên nû û têkiliyên hegemonyayê yên nû ye. Hewcedariya gelan a herî mezin bi berfirehkirina rêxistinbûna xwe, esasgirtina azadiya jinê, parastina jiyana ekolojîk, hêzdarkirina siyaseta demokratîk û avakirina çareseriya hevpar a gelan, paradîgmayeke civakî ya nû ye. Komînên demokratîk, meclîs, rêxistinbûna herêmî û îradeya hevpar a gelan, hem li dijî êrişên kolonyalîst hem jî li dijî rejîmên otorîter alternatîfa demokratîk a herî bihêz e. Loma em bang li hemû gelan dikin ku di avakirina civaka demokratîk de bibin kirde; têkoşîna azadî, wekhevî û aştiyê berfireh bikin.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi saya bangên ku ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan hatin kirin, nêzîkbûna wî ya biryardar û înîsiyatîfa dîrokî ya ku wî girt, heta roja îro pêş ve çû; êdî pêvajo gihaştiye qonaxeke civakî ku ne tenê kirdeyên siyasî, lê hemû dînamîkên civakî xwedî lê derdikevin. Ji bo ku pêvajo herdemî bimîne û bigihîje encameke serketî, divê statûya Birêz Ocalan a huqûqî bê garantîkirin û azadiya wî ya fizîkî bê dabînkirin. Herwiha dema garantîkirina pêvajoyê ya huqûqî jî hatiye. Divê çarçoveyeke qanûnî ya ku bikare Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dabînbike, bê derxistin; qanûna pozîtîf were bicîhanîn ku rê li ber siyaseta demokratîk veke û aştiya civakî xurt bike.
Jin ne tenê muxatabê civaka demokratîk û aştiya bi rûmet in, ew di heman demê kirdeyên damezrîner in. Ji bo ku civaka demokratîk û pêvajoya aştiyê xwediyê qonaxeke mayînde, dadmend û azadîxwaz bibe; divê temsîliyeta jinan a wekhev, îradeya wan a azad û têkoşîna wan a rêxistinkirî bên hezdarkirin. Hêzdarkirina rola pêşeng a jinan a di mekanîzmayên biryargirtinê de, parastina pergala hevserokatiyê û prensîba temsîliyeta wekhev, li hember her êrişê ku destkeftiyên jinan dixe hedef, berfirehkirina têkoşîna hevpar berpirsyariya me ye. Em dizanin ku guherîna civakî ya ku azadiya jinan esas nagire, nikare bibe demokratîk. Divê di her warê jiyanê de azadiya jinan, ewlehiya keda wan, mafê wan ê jiyaneke bêşîdet bê parastin. Di avakirina civaka demokratîk de, jin di mijarên siyasî, civakî, aborî û çandî de xwedî rola kirdeya damezrîner e. Em ê têkoşîna xwe bidomînin da ku pêşengiya jinan û xeta azadiya jinan di hemû warên jiyanê de bibin diyarker, da ku aştî û civaka demokratîk were avakirin.
Yek ji mijarên ku me di civîna Meclîsa Partiya me de bi baldarî nîqaş kir, polîtîkayên şerê taybet ên ku li Kurdistanê kûrtir dibin bû. Ev polîtîka ku hedefa wan perçekirina avaniya civakî, qelskirina îradeya gel a jiyana hevpar û hilweşandina civaka rêxistinkirî ne, bi taybetî ciwanan û jinan, hemû dînamîkên civakî dikin hedef. Madeya tiryakê, fuhûş, qumar, girêdayîbûna dîjîtal, çilvirandin û her cure rizandina civakî ji hev serbixwe nînin; ew beşên taybet ên polîtîkayên dewletê yên sîstematîk in ku dixwazin gel bêrêxistin, bêhêvî û bêçareserî bihêlin. Divê hesta bêhêvîtiyê ya ku bi zanebûn tê pêşxistin, bi taybetî di nav ciwanan de, dûrxistina ciwanan ji hilberîn û jiyana civakî ya rêxistinkirî, û belavbûna hestên bêhêvîtiyê bi zêdebûna rêjeyên xwekuştinê, tundiyê û hilweşîna civakî re werin nirxandin. Herwiha tundiya li dijî jinan, kuştina jinan, mêtinkirina keda wan û kûrbûna bêwekheviyê di her warê jiyanê de, encama mentaliyetên li dijî civaka demokratîk in. Emê li hember van êrişên ku erkên civakî yên siyasî û exlaqî dikin hedef, bêdeng nemînin.
Ji ber van sedeman têkoşîna me ne tenê di warê siyasî de ye; li her warê jiyanê têkoşîneke demokratîk a pirawayî ye ku hedefa wê ji nû ve avakirina civaka rêxistinkirî ye. Em ciwanan wekî hêza damezrîner a jiyanê, û jinan jî wekî kirdeyên pêşeng û damezrîner ên civaka demokratîk dibînin. Em dibînin ku di warê ramana azad, çand, huner, werzîş û siyaseta demokratîk de rêxistinbûna ciwanan; bûyîna jinan bi awayekî wekhev, azad û diyarker di hemû waran de, ji bo têkoşîna civaka demokratîk mercekî jeneger e.
Di encama van nirxandinan de, di çarçoveya plansaziyên dema bê de; kûrkirina pêvajoyên perwerdeyê, temamkirina kongreyan û berdewamkirina hevdîtinên gel ên ku me bi şiara "Em Gotina Aştiyê Bi Gel Re Ava Dikin" pêk anîn, bidomînin.
Wezîfeya dîrokî ya ku li pêşiya me radiweste; berfirehkirina rêxistinbûna partiyê, hêzdarkirina siyaseta demokratîk, xurtkirina rêxistinbûna jin û ciwanan, veguherandina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ber bi têkoşîna hemû dînamîkên civakî yên hevpar ve ye. Îro ji me re berevajî demên borî hîn zêdetir yekîtî, rêxistinbûn û piştgirîyeke demokratîk pêwîst e.
Em wek Partiya Herêmên Demokratîk bawer dikin ku; bi îradeya hevpar a gelan, azadiya jinan, dînamîzma ciwaniyê û hêza civaka rêxistinkirî re aştî dê teqez biserkeve û civaka demokratîk dê teqez bê avakirin. Di vê qonaxa dîrokî de em bang li tevahiya gelê xwe, saziyên demokratîk, sendîkayên kedkar û pîşeyan, jin, ciwan û her kesê xwedî wîjdan dikin ku têkoşîna Aştî û Civaka Demokratîk berfireh bikin, jiyana xwe ya hevpar bi hev re ava bikin.
Partiya Herêmên Demokratîk
19’ê Tîrmehê 2026
***
Ma do îradeyê şaran o hempar, azadîya cinîyan, dînamîzmê ciwanîye û hêzê cewherî yê komelê rêxistinkerdeyî reyde komelê demokratîkî awan bikerê
19ê Temmuze de kombîyayîşê ma yê Meclîsê Partîyo ke ma Wan de viraşt de, averşîyayîşê sîyasîyê ke dinya, Rojhelato Mîyanên û Kurdîstan de qewimîyayî, bi şeklêko şumûldar ameyî ercnayene; Netîceya nîqaşanê ke derheqê Prosesê Aştî û Komelê Demokratîkî, averşîyayîşanê herêmîyan, xebatanê ma yê partî û xeta têkoşînî ya demê vernîya ma de qerarê girîngî gêrîyayî.
Rojhelato Mîyanên, prosesê newe ra dîzaynkerdiş û newe ra parekerdişê krîzanê bunyewîyan ê modernîteya kapîtalîsta ke xorîn bena rê şahidîye keno. Hêzê hegemonîkî yê kurewîyê ke goreyê menfaetanê xo muwazeneyanê sîyasîyan û sînoran newe ra şekil kenê, îradeyê şaranê herême çin hesibnenê, waştişanê azadî, demokrasî û têduştî yê şaran nê; menfaetanê xo yê ekonomîk, leşkerî û stratejîkan esas genê. Ewro pêkewtişê ke mîyanê Îran û DYA de qewimîyenê zî na raştîya tarîxî ra xoser nîyî.
Hêrişê DYA yê vera Îranî, eksê îdîayan şaran rê ardişê demokrasî yan zî rijnayîşê rejîmanê otorîteran armanc nêkenê. Eksê ci heme nê hêrişî leteyê hewldayîşanê newe ra hêzdarkerdişê hegemonyaya pergalê dinyaya kapîtalîsta ke mîyanê krîzî de ya, yê. Reyna zî Îran de rejîmê mollayan bi serrano sere de şarê kurdî, vera şaranê cîyayan, cinîyan, ciwanan û pêro muxalefetê komelkî, polîtîkayanê ke înkar, şîdet û teda esas genê, ramino. Bi no hawa, pêkewtişê ke ewro qewimîyenê, mîyanê azadîya şaran û dîktatorîye-rejîmî de nîyî; herême sero têkoşînê serdestî yê di ferasetanê sîyasî û hegemonîkan o.
Coka ne hêrişê kolonyalîstî ne zî awanîyê dewlete yê otorîterî nêeşkenê ameyoxê şaranê Rojhelatê Mîyanênî. Her gireyo sîyasîyo ke teberê îradeyê şaran de ronîyeno, tepişteyê çopgehê tarîxî yo. Tarîx nîşan dano ke rejîmê ke cor ra yenê sazkerdene, statuyê ke hacetanê zorî reyde payan sero vindenê, gêrayîşê azadî yê şaran heta peynî nêvindernenê. Waştişê azadîyê ke Rojhelato Mîyanên û xeylêk herêmanê dinya de yenê qiseykerdene, modelanê îdareyî yê ke îradeyê şaran esas genê, sey mesuldarîyêka tarîxî dekenê vernîya ma. Paradîgmaya Komelê Demokratîka ke îradeyê şaran ê demokratîkî esas gena, alternatîfê Rojhelatê Mîyanênî yo rastikên o. Perspektîfê Neteweya Demokratîko ke hetê Birêz Abdullah Ocalanî ra yeno formulekerdene; sey modelê çareserîya demokratîk o tewr hêzdaro ke cuya şaran, bawerîyan, kulturan û kamîyan a têduşt, azad û hempare mumkun keno, muhîmîya xo roj bir roje hîna zêdneno. Hêzo esasîyo ke herême bikirişo ver bi aştîyêka mende, polîtîkayê şerî yê dewletan nîyî; rêxistinbîyayîşê şaran o hempar û demokratîk, xoîdarekerdiş û îradeyê cuya hempare hêzê aştî û azadî yo tewr dînamîk o.
Nê demê tarîxî de yewîya şarê kurdî goreyê demanê bînan wayîrê girîngîya cuyeyî ya. Ma hemparîya ke mîyanê partîyanê sîyasîyan û rêxistinan de peyda bîye, sey ercêko tarîxî vînenê. Ma bawer kenê ke na hemparîye têna seba yewîya kurdan a neteweyî nê, heman wext semedê ameyoxê şaranê Rojhelatê Mîyanênî yê zî averşîyayîşêko muhîm o. Hêzdarkerdişê gêrayîşê yewîye, komelkîbîyayîşê aye û xeta demokratîka ke pêro şaranê bindestan teşmîl kena de ravurnayîş mesuldarîya ma ya hempar a. Hetê bînî ra zî teda, gef û hêrişê ke rejîmê Îranî demê peyênî de vera partîyanê sîyasîyan ê kurdan û rêxistinan ardî ca, hetê ma ra nênê qebûlkerdene. Ma nê hêrişanê ke heqê rêxistinbîyayîşê şarê kurdî yê demokratîkî û azadîye hedef kenê, bi şeklêko hêzdar şermezar kenê; Ma veng danê ke wa rayapêroyîya mîyanneteweyî, dezgehê heqanê merdiman û derûdormeyê demokratîkî vera nê caardişanê bêhuquqî reftarê xo dîyar bikerê.
Ewro Rojhelato Mîyanên hewcedarê şeranê neweyan, sînoranê neweyan û têkilîyanê hegemonya yê neweyan nîyo. Hewcedarîya şaran a tewr girde, paradîgmaya komelkî ya neweya ke rêxistinbîyayîşê xo pîl kena, azadîya cinîyan esas gena, cuya ekolojîke pawena, sîyasetê demokratîkî hêzdar kena û ameyoxê şaran ê hemparî awan kena ya. Komunê demokratîkî, meclîsî, rêxistinbîyayîşê herêmî û îradeyê şaran o hempar hem vera hêrişanê kolonyalîstan hem zî vera rejîmanê otorîteran weçîneko demokratîk o tewr hêzdar o. Coka ma veng danê heme şaran ke wa awankerdişê komelê demokratîkî de kerdox bibê; têkoşînê azadî, têduştî û aştîye pîl bikerê.
Prosesê Aştî û Komelê Demokratîkî sayeyê vengdayîşanê ke bi destê Birêz Abdullah Ocalanî virazîyayî, nêzdîbîyayîşê ey yê qerardarî û înîsîyatîfê tarîxî yo ke ey girewt, heta roja ewroyêne aver şî; êdî proses resayo cayêkê komelkî yo ke têna kerdoxê sîyasî nê, heme dînamîkê komelî wayîr vejîyenê. Seba ke proses mende bibo û bireso netîceya serkewte, ganî statuyê Birêz Ocalanî yo huqûqî bêro garantîkerdene û azadîya ey ya fîzîkî bêro peydakerdene. Yewna zî demê garantîkerdişê prosesî yê huqûqî ameyo. Ganî qanûno çarçoveyo ke eşkeno Prosesê Aştî û Komelê Demokratîkî mende bikero, cade bêro viraştene, huqûqo bîyaye bêro caardene ke vernîya sîyasetê demokratîkî akero û aştîya komelkî hêzdar bikero.
Cinîyî têna muxatabê komelê demokratîkî û aştîya rûmetdare nîyî, kerdoxê înan o ronayox o. Seba ke komelo demokratîk û prosesê aştîye wayîrê cayêkê mende, dadmend û azadîwazî bibê; ganî temsîlîyetê cinîyan o têduşt, îradeyê înan o azad û têkoşînê înan o rêxistinkerde bêrê garantîkerdene. Hêzdarkerdişê rolê ronayoxî yê cinîyano ke mekanîzmayanê qerargirewtişî de yê, seveknayîşê pergalê hemserekî û prensîbê temsîlîyetê têduştî, vera her tewr hêrişo ke destkewteyanê cinîyan hedef geno, ramitişê têkoşînê hemparî vernîyîya ma ya. Ma zanê ke çi ravurîyayîşo komelkîyo ke azadîya cinîyan esas nêgeno, demokratîkbîyayîşî peyda nêkeno; goreyê fikrê ma her wareyê cuye de azadîya cinîyan, asayîşê keda cinîyan, heqê cu yo bêşîdet û wareyê sîyasî, komelkî, ekonomîk û kulturî de sey kerdoxo ronayox hêzdarbîyayîşê cinîyan seba komelê demokratîkî prensîbê misoger ê. Seba komelkîbîyayîşê aştî û awankerdişê komelê demokratîkî, seba ke vernîyîya cinîyan û pêro wareyanê cuye de xeta cinîyan a azadîye dîyarker bibo ma do têkoşînê xo biramê.
Kombîyayîşê Meclîsê ma yê Partî de sernuşteyê ke ma bi baldarî nîqaş kerdî ra yew zî Kurdîstan de polîtîkayê şerê taybetîyê ke xorîn benê, bîyî. Nê polîtîkayê ke letekerdişê awanîya komelkî, qelskerdişê îradeyê şarî yê cuya hempare û rijnayîşê komelê rêxistinkerdeyî hedef genê, sere de ciwanî û cinîyî heme dînamîkanê komelî zî hedef genê. Maddeya tiryakî, fuhuş, qumar, girêdayîya dîjîtale, xeripîyayîş û her tewr dejenerebîyayîşo komelkî yewbînî ra xoser nîyî; hacetê cîya yê polîtîkayanê dewlete yê sîstematîkê ke wazenê şarî bêrêxistin, bêkamî û bêameyox caverdê. Bitaybetî hîsê neçarîyo ke ciwanan sero yeno afernayene, berardiş û cuya rêxistinkerde de cirakerdişê ciwanîye, vilakerdişê hîsê bêameyoxîye ganî xokiştişê ke zêdîyenê, serebûtê şîdetî û xeripîyayîş reyde bêrê ercnayene. Yewna vera cinîyan şîdet, qetilkerdişê cinîyan, kedwerdişê kede û her wareyê cuye de xorînbîyayîşê bêteduştîye, netîceya ferasetanê ke duştê komelê demokratîkî de yê, ya. Ma do vera nê hêrişanê ke ercanê komelî yê polîtîk û exlaqîyan hedef genê de bêveng memanê.
Bi nê sebeban têkoşînê ma têna wareyê sîyasî de nê; her wareyê cuye de têkoşîno demokratîk o zafdîmensîyono ke newe ra awankerdişê komelê rêxistinkerdeyî hedef geno yo. Ma ciwanîye sey hêzê cu yo ronayox, cinîyan sey serkêş û kerdoxê komelê demokratîkî yo ronayox vînenîme. Ma vînenê ke wareyê fikro azad, berardiş, kultur, huner, spor û sîyasetê demokratîkî de rêxistinbîyayîşê ciwanan; heme wareyanê cuye de bi şeklêko têduşt, azad û dîyarker tewrbîyayîşê cinîyan seba têkoşînê komelê demokratîkî şerto misoger o.
Netîceya nê ercnayîşan de, çarçewaya plankerdişê demê ameyoxî de; xorînkerdişê prosesanê perwerdeyî, qedînayîşê kongreyan, domnayîşê kombîyayîşanê şarî yê ke ma bi şîarê “Ma Vatişê Aştîye Şarî Reyde Saz Kenê” kerdî, yene hedefkerdene.
Wezîfeyo tarîxî yo ke verê ma de vindeno; pîlkerdişê rêxistinbîyayîşê partî, hêzdarkerdişê sîyasetê demokratîkî, xurtkerdişê rêxistinbîyayîşê cinîyan û ciwanan, bedilnayîşê Prosesê Aştî û Komelê Demokratîkî yê ver bi têkoşînê heme dînamîkanê komelî yê hemparî yo. Ewro ma rê goreyê demê vîyarteyî hîna zêde yewîye, rêxistinbîyayîş û peştîdayîşo demokratîk hewce kenê.
Ma sey Partîya Herêmanê Demokratîkan bawer kenê ke; îradeyê şaran o hempar, azadîya cinîyan, dînamîzmê ciwanîye û hêzê komelê rêxistinkerdeyî reyde aştîye do qetî ser bikewo, komelo demokratîk do bêro awankerdene. Nê çatrayîrê tarîxî de ma veng danê ke wa pêro şarê ma, dezgehê demokratîkî, rêxistinê kede û meslekî, cinîyî, ciwanî, keso ke wayîrê wîjdanî yo têkoşînê Aştî û Komelê Demokratîkî pîl bikerê, ameyoxê xo yê hemparî ma pîya saz bikerê.
Partîya Herêmanê Demokratîkan
19ê Temmuze 2026



