Wek tevgera jinên Kurd, siyaseta demokratîk a Kurd û tevî saziyên welatparêz bipirsyariya ku me mi girtiye li ser milê xwe, serkeftin û mîrasa têkoşîna bizehmet a bi salan e. Em di pêvajoyeke wisa derbas dibin ku; di vê pêvajoyê de tundî bi her rengî bandor li jiyana me dike, dorpêça jenosîdê hêj jî berdewam dike û têkoşîna me ya ji bo pêşerojeke demokratîk û azad bi her aliye ve rastî êrîşan tê.
Li lember veguherîn û veguhestina ku pêvejoya Aştî û Civaka Demokratîk pêşkeş dike, ên ku xwe dispêrin êrîşan û bi vê helwestê li dijî vê pêvajoyê derdikevin, ji bo ne rewşeke nû ye. Ên ku nirxandin û gotinên Rêber Abdullah Ocalan berovajî dikin, ên ku hêza avaker a aştî û azadiyê dixwazin têk bibin ên ku hewl didin têkoşîna bi rûmet a gelan ku li gel diwarên tecrîdê didome bê îtîbar bihêlin, bila bizanibin ku; pratîka wan kesan ne li ser dîrokê li ser avê hatiye nivasîndin. Ev kes an jî ferasetên ku îro derdikevin li pêşberî me an jî derdixin li pêşberî me, ew kes in ku; li dijî têkoşîn û serkeftina Kurd a ku di hafize û dîroka gelan de bi cih girtîye, nerazîbûn nîşan didin.
Destkeftin û têkoşîna azadiya jinê ya ku bi israreke mezin ji aliyê tevgera jinên Kurd ve dimeşe, di her şert û mercan de bûye hedefa tifaqa zilamê serdest. Ev vê tifaqê di mîtîng û çalakiyan de bi qedexekirina navê Tevgera Jinên Azad (TJA) ku ji aliye dewleta zilamperest ve biryara wê dayîn, baş nas dikin. Li hember tevî êrîş û qedexeyan, feraseta azadiyê, xwebûn û veguhestina ku ji aliyê jinên Kurd ve hatine afirandin, stûna bingehîn a pêvajoya civaka demokratîk e. Divê ev stûn bê şikandin da ku yên ku di şer û serdestiya zilam de israr dikin bi serkevin. Divê bê îtîbar bê hiştin da ku hêza wê ya rêxistinkirî belav bibe. Ên ku paradîgmaya jina azad a feraseta Kurd fêm nakin van êrîşan pêk nayînin. Ev hewldanên qirêj rast e rast yek ji encamên êrîşên wan kesan in ku; paradîgmaya jina azad a feraseta Kurd baş fêm dikin.
Êrîşên bê îtîbar hiştinê yên ku li dijî tevî destkeftiyên herêmî û giştî yên ku gelê Kurd bi îradeya xwe bi dest xist, pêk tên, wek hewldanên berovajîkirina rojevê û hedefgirtina berpirsyariya me ya dîrokî dimeşin. Em bi polîtîkayên şerê taybet ve rû bi rû ne ku bi salane didomin û îro jî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hedef digrin. Di pêvajoyeke ku qada siyaseta demokratîk bi her aliyê ve girîngtir bûye, derfetên aştî û azadiyê ku bi ked û baweriya gelê Kurd ewqas nêzî serkeftinê bûye de pêkhatina van êrîşan ne tesadufî ye. Feraseta înkarê ya ku bi salane hewl dide têkoşîna Kurdan têk bibe, ciwan û jinan bê rêxistinkirî bêhilê hêj jî hebûna xwe didomîne. Berovajî vê yekê, ev rastî; ji bo pêvajoya müzakereye ya ku ji 27’ê Sibatê vir ve dewam dike, bi serkeftinî bimeşe, yek ji sernavkên esasî ya têkoşînê ye.
Armanca bingehîn ya van êrîşên ku bi heman şêwazê di dem cuda de û bi navên cuda dewam dike, têkbirina îradeya gelê me, lewazkirina dilsoziya me ya rêxistinî, ji têkoşîna aştî û azadiyê gav paşve avêtin û tenêkirina Rêber Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê jî, ên ku hedef tên girtin ne kesayet an jî hevalên me yên têkoşîn ne. Ya ku hedef tên girtin rast e rast têkoşîna azadiya Kurd û paradîgmaya wê ye. Kesên an jî hêzên ku van êrîşan pêk tînin jî tifaqên qirêj ku dijmintiya jinan dikin û ji siyaseta şer sûd digrin in ku em bi salane şahidiya wan dikin. Êrîş bîrdozî ye, dîrokî ye û rojane ye. Divê bersiva me jî, helwesta me jî bîrdozî be.
Bîrdozîya me azadî ye. Me tu caran ne dev ji bîrdoziya xwe û ne jî ji azadiya xwe berneda û em ê bernedin jî. Em wan kesên xwe dispêrin cil û rûpûşan û bi şêwazên qirêj azadî û têkoşîna me hedef digrin baş nas dikin. Çawa ku em nîv sedsale bi gelê xwe re, bi rêhevalên xwe yên têkoşînê re li hemberî tevî êrîşan bi ser ketin, em ê îro jî dîsa bi gelê xwe re, bi hêz û rêxistina rêhevalên xwe yên têkoşînê re ji van êrîşên qirêj re bibin bersiv. Ên ku ked û xwêdan dane vê têkoşînê, ên ku di vê rêyê de bedelên giran dane, ên kû bûne rêwiyên rêya azadiyê encax dikarin bibin dadgerê têkoşîna me û hekîmên derdên me. Ên ku bi her aliyê ji têkoşîna me dûr in û li hember têkoşîna me derdikevin jî encax dikarin bibin an bersûc an jî şahidên têkoşîn me.
Ji kesên ku di jiyana rastî de tu qîmeta wan tune ye, xeyalî û derewîn in; ji navendên ku xwedî ruhên qirêj û tirsonek in ku nikarin derkevin pêşberî yek ferdê gelê me û têkoşîna me, bersiva me ev; di azadiyê de israr, di berxwedanê de biryardarî, di rêxistinbûyînî de zelalbûn û esasgirtina rêhevaltiyê ye. Li hemberî her şêwazên faşîzmê çawa ku berxwedana me ya bêhempa di her kêliyên dîrokê de berdewam kir, wê îro jî li hemberî feraset û navêndên tekno-faşîst a ku nirxên têkoşîna me hedef digre bi heman rengî dewam bike û wê teqez bi ser bikeve.
Bi gelê me û bi rêhevalên me yên têkoşînê re armanca me ya sereke ew e ku; em bi ked û berpirsyariyeke dîrokî ji pêwistiyên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re bibin bersiv. Li ser vê esasê divê her ferd û saziyên têkoşîna, li hemberî van navendên qirêj peywir û têkoşîna xwe bidomînin. Li hemberî tevî êrîşên şerê taybet ku nirx û têkoşîna me hedef digrin, divê em bi helwesteke zane û rêxistin bibin bersiv. Sekneke bi vî rengî rastiya têkoşîna me ye ku heya îro hebûna xwe parastiye. Bila gelê me û rêhevalên têkoşîna me bi bawer bin ku; em ê bi têkoşîna xwe ya hiqûqî û rêxistinî; em ê wan kesên ku hewl didin bi tifaqên qirêj zirar bibin têkoşîn û jiyana me di qadên tifaqên wan de dîl bigrin û em ê li her deveran wan teşhir bikin. Ên ku taritî ji xwe re kirine rê, wê teqez li hemberî ronahiya têkoşîna me ya azadiyê ku qet dawî lê nayê, yek bi yek têk biçin.
Platforma Saziyên Demokratîk

