Bîrlîk: Divê Meclis ji bo azadiya Abdullah Ocalan bicive

Cîgirê Hevserokatiya partiya me Huseyîn Bîrlîk di der barê azadiya Birêz Abdullah Ocalan de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Bîrlîk bal kişand ku tevî di ser pêvajoyê re salek derbas bûye jî gavên hiqûqî nehatine avêtin û ev tişt got: "Baweriya gel a bi pêvajoyê xurt e. Di 8'ê Adarê, Newroz û 4'ê Nîsanê de ev yek bi awayekî zelal nîşan da. Gelê kurd xwedî li aştiyê derdikeve. Di aştiyê de israr dike, lê dewlet bêden e. Dema em li gavên tevgera azadiya Kurd û rêzdar Ocalan û gavên dewletê dinêrin, em dibînin ku dewlet di mijara aştiyê de ne cidî ye."

'DIVÊ GAVÊN HIQÛQÎ WERIN AVÊTIN'

Bîrlîk bal kişand ser şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku ev pêvajo ji bo aştiyê fersendeke mezin e û wiha pê de çû: "Li dijî emperyalîstên ku dixwazin Rojhilata Navîn bikin gola xwînê, cihgirtina di avakirina aştiyê de pir girîng e. Rêzdar Ocalan, ji bo rizgariya gelan pêvajoyeke girîng da destpêkirin. Divê gel xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Dewlet divê berpirsiyariya xwe ya hiqûqî pêk bîne. Ev mijar, mijareke li ser siyasetê ye. Pêvajoyeke ku pêşketina demokrasiyê esas digire. Li şûna komara ku li ser redkirina demokrasiyê hatiye avakirin, divê rêveberiyeke ku demokrasî tê de tê avakirin were sazkirin. Ji bo birêvebirina pêvajoya entegrasyonê ya kesên ku 50 sal in têkoşîna çekdarî dikin, divê gavên hiqûqî werin avêtin."

'DIVÊ MECLIS BICIVE'

Bîrlîk anî ziman ku ji bo pêşî li provokasyonan were girtin divê pêvajo li ser zemîneke hiqûqî bi rêve biçe û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Di ser banga Devlet Bahçelî ya 'Bila Ocalan were meclisê' re demeke dirêj derbas bû. Lê desthilat vê yekê ji nedîtî ve tê. Desthilat helwesta xwe bi awayekî zelal nîşan nade. Rêzdar Ocalan di hevdîtina xwe de ji dewletê re dibêje, 'Heke çareseriyê dixwazin bila gavên hiqûqî bavêjin, heke naxwazin bila derkevin pêşberî gel û bibêjin em çareseriyê naxwazin. Bila diyar bibe ka kî li dijî aştiyê ye. Bila gel vê bibîne.' Rêzdar Ocalan bi gotineke çekan dide danîn. Bi milyonan mirov li benda gotina rêzdar Ocalan in. Ev ji bo aştiyê fersendeke pir mezin e. Ji bo avakirina şert û mercên aştiyê, azadiya fîzîkî ya rêzdar Ocalan hewcedariyeke lezgîn e. Ne tenê daxwaza gelê Kurd, daxwaza hemû gelan ev e. Ji bo ku Meclis vê biryarê bide divê tavilê bicive." 

 

 

Çalakîyên Nêzîk