Di encama êrişan de sivîl hatin qetilkirin û mafê jiyanê yê gelê sivîl bi awayekî aşkere hê jî tê binpêkirin. Em bang li rayagiştî dikin ku li hemberî êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bêdeng nemînin; lewra herî kêm jiyana 200 hezar kesî di bin xetereyeke mezin de ye. Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê bi veguherînekê û xetereya ku taxan bêKurd bihêlin heye. Em bang li Koalîsyona navneteweyî dikin ku li dijî xetereyeke wiha tedbîran bigirin.
Erîşên li dijî gelê Kurd, weke yên li dijî gelê Durzî û gelê Elewî, ceribandina qetlîameke nû ye. Rejima nû ya li Şamê tevî guhertin û geşedanên ji bo “Sûrîyeke nû”, naxwaze ku gelê Kurd û pêkhateyên xwedî mafên xwe yên rewa bin. Ji ber vê, em dema êrişên li ser Kurdên Helebê jî balkêş dibînin. Lewra êrîşên li Helebê, piştî hevdîtinên rûbirû li Şamê yên Hêzên Sûrîyeya Demokratîk û Hikumeta Demkî ya Sûrîyeyê hatin destpêkirin. Em dizanin ku armanç tenê ne taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye, armanç tunekirina destkeftiyên gelê Kurd e, ruxandina pergala demokratîk a Rojavayê ye.
Bi dehan salan erdigariya pirrbawerî û pirrnasname ya Sûrîyeyê hat înkarkirin, gelê Kurd û gelên din ji ber rejima Baasê berdêlên giran dan. Herwiha li dijî DAÎŞê jî şerekî mezin hat meşandin û bi deh hazaran keç û xortan canê xwe dan. Lê mixabin tevî bendewariya demokrasi û azadiyê, îro rejima nû ya Sûrîyeyê jî pratîkên rejima Baasê dubare dike. Heta mejiyê ku nasname û baweriyan weke xetere dibîne neguhere û mafên tevahiya pêkhateyan neyên naskirin, Sûrîyeke ewle jî ava nabe.
Rojava bi têkoşîn û berxwedana xwe ya li dijî çeteyên hov mohra xwe li mirohiyê xistiye. Ji Amedê heta Hewlêrê, ji Mehabadê heta Kurdên li dîasporayê, Rojava ji bo her Kurdekî êdî xeta sor e. Dive hemû hêzên herêmê û navneteweyî bizanibin ku dema mijar bibe Rojava sekna gelê Kurd yek e. Gelê Kurd di Nîsana 2025an de bi konferansa yekrêzî û yekhelwesta Kurd jî nîşan da ku destkeftiyên li Rojava jêneger in.
Banga me li dewletên herêmê ye ku rêz li hesasiyetên gelê Kurd bigirin û dev ji dijayetiye gele Kurd berdin. Dîsa banga me li li hêzên garantor e ku tenê li êrîşên dijî Kurdan temaşe nekin, berpirsiyariyên xwe bi awayekî adilane bînin cih. Divê hevdîtinên di navbera QSDê û şamê de jî bi armanca entegrasyoneke demokratîk bidomin û hemû aktor roleke avaker û hêsanker bilîzin.
Herwiha em bang û gazî li gelê xwe yê rûmetdar jî dikin ku li her qadê li destkeftiyên xwe xwedî derkevin. Lewra tiştê ku dê deriyê serkeftinê veke, bêguman yekîtiya Neteweyî ya Kurd e. Ji ber vê, banga mîlyonan Kurd ew e ku êrîşên li ser taxên Kurdên demildest werin rawestandin, rêz li mafên gelê Kurd were girtin.
Rojava ne tenê ye, gelê Kurd dê hertim li rûmeta xwe xwedî derkeve. Bijî berxwedana Rojava!
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Komînîst a Kurdistan (KKP), Partiya Azadî û Komeleya Kurd a Demokrat û Şoreşger (DDKD)




