Bîrlîk: Ji bo em jiyaneke azad ava bikin, pêwîst e em li nirx û berdêlên xwe ên giran buha, xwedî derkevin

Derbarê mitînga “Hêvî û Azadî” ya ku di 4’ê Çileyê de li Amedê bê lidarxistin, Hevberdevkê me yê Berpirsiyarê Rêxistinkirinê  Huseyîn Bîrlîk, ji Rojnameya Ronahî re axivî.

"Hûseyin Birlik diyar kir ku ji derveyî qebûlkirina gelê Kurd tu şansê  komara Tirkiyê û hikumeta li ser desthilatdariyê nema ye û wiha got: “Bingehê avakirina komara Tirkiyê çi rayedar çi hikumeta hatiye ser desthilatdariyê, heya îro xwestine bi plansazî û polîtîkayên xwe yên li ser înkar, îmha û asîmîlasyona gelê Kurd û gelê din ên ji derveyî nasnama Tirk, komarekî yek reng, yek zinan  û yek netew ava bikin. Bi van nêzîkatiyên xwe ji derveyî gelê Kurd, li ser gelên din ên cuda cuda pişaftinekî heya astekî serkeftî, ev armancên xwe pêk anîn. Lê belê bi berxwedan û têkoşîna gelê Kurd, bi taybetî bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera ku dayê avakirin, ev polîtîkayên wan yê tune hesibandinê, nekarîn pêk bînin. Tevî hemû derfetên xwe xistin meriyetê, lê dîsa jî armanca ku di xwestin nekarîn bi ser bixin û çongê Kurdan deyînin. Bi vê berxwedanê Kurd hem li Rojhilata Navîn, hem jî li tevahî cîhanê xurt bûn û rêxistina xwe mezintir kirin. Di encamê de komara Tirkiyê û hikumeta li ser desthilatdariyê, ji derveyî naskirina hebûna Kurd, derfet jêre nema. Lewma bi mimarê vê berxwedanê Rêber Apo re hevdîtin pêk anîn û 27’ê Sibatê bi bangawaziya “Aşitî û Civaka Demokratîk” bi pêvajoyek nû derbasî vê qonaxê bû.


‘Bê azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd jî nabe’


Birlik anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze pêvajoyê bê azadiya Rêber Apo bimeşîne û wiha pê de çû: “Hebûna gelê Kurd êdî bi êşkere tê naskirin, ji bo wê pêwîst e azadiya gelê Kurd awayekî hiqûqî were mîsoger kirin. Niha dewleta Tirk û rayedarên wê dixwazin bê azadiya Rêber Apo vê pêvajoyê bimeşînin, gel û rêberê vî gelî ji hev cuda bikin. Em jî wek Platforma Saziyên Demokratîk di 4’ê Çileyê de li qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşmeya “Azadiya birêz Ocalan azadiya mine” mîtînga “Hevî û Azadî” li dar bixin. Da ku em ji her kesî/ê re eşkere bikin ku bê azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd jî nabe. Armanca me ew e ku ji bo pêşketina pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”, herwiha rastkirina şertên muzakerê û azadiya Rêber Apo, em bi herikandina sed hezaran gelê xwe li qada îstasyonê helwest daynin.


‘Ji bo mîtînga Hêvî û Azadî xebat berdewam e’


Birlik eşkere kir ku bi awayekî xurt amadekariyên mîtînga “Hêvî û Azadî” tê kirin û wiha bi lêv kir: “Mîtînga li Amedê bê lidarxistin, esasê xwe mîtîngek herêmî ye ku ji tevahiya Bakurê Kurdistanê û ji beşên Tirkiyê wê tevlîbûn çê bibe. Ji bo wê jî ev 3 roj in li hemû deveran kar û xwebat berdewam dikin ku heya niha bi sed hezaran belavok û bi sedan pankartên li kuça tên vekirin, hatine amade kirin. Herwiha xebatên gund, navçe û bajaran bi komîsyonên hatine avakirin re, bi hemû xebatkar û hilbijartiyên xwe ve serdanên malbatan tên kirin. Ji ber ku azadiya Rêbe Apo wê ne tenê ji bo gelê Kurd, lê wê ji bo hemû gelan aramiyê bîne. Lewra hevkarî û xebatên bi sazî û dezgehên ku çareseriyê dixwazin re, hevdîtin û vexwendina wan tê pêkanîn. Di heman demê de her roj û êvaran bi gel re bername û civîn têne lidarxistin. Bi motivasyonek pir xurt amadekariya mîtîngê berdewam dike.


‘Pêwîst e her kes xwe wekî çêkerek vê pêvajoyê bibîne’


Birlik tekez kir ku ew bawerin wê qada mîtîngê bi çoşeke mezin be û wiha anî ziman: “Em bawerin wê ji hemû bajarên Bakurê Kurdistanê bi sed hezaran qada mîtîngê tijî bikin, ji ber ku ev mîtîng wê bi armanca azadiya Rêber Apo bê lidarxistin. Li ser vê bingehê jî li hemû bajar, rêxistin û saziyên me amadekarî tê kirin. Cûdahiya vê mîtîngê ji mîtîngê din ew e ku rêhevalên Rêber Abdullah Ocalan ên li girtîgeha Îmraliyê li gel wî mane, birêz Veysî Aktaş û birêz Çetîn Arkaş wê wek axaftvan tevlî mîtîngê bibin. Her wekî din Parlementera berê Leyla Zana, hevserokê partiyê DEM’ê birêz Tûncer Bakirhan, hevseroka DBP’ê Çigdem Kiliçgûn Uçar û li ser navê TJA’yê Ayla Akat Ata wê tevlî bibin. Pêdivî pê heye ku gelê me ji 7 salî heya 70 salî wekî erkekî sereke li ser xwe bibîne ku hem beşdarbûna vê mîtîngê, hem di xwedîderketina vê pêvajoyê de xwe bi rêxistin bike û têkoşîna xwe mezintir bike. Yanî ne li bendê mayî tiştekî be, lê wekî çêkerek vê pêvajoyê xwe bibîne, da ku di demek zû de çareserî pêş bikeve.


‘Ji bo xwedîderketina li siberojê, divê ciwan pêşeroja xwe ava bike’


Birlik da diyarkirin ku dînamîzma vê pêvajoyê jin û ciwan in û wiha got: “Eger guhertinekî çêbe wê bi pêşengiya jinên ku xwedî felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ne ku li tevahiya cîhanê deng danê, wê çêbe. Bi tevlîbûn û keda ciwanan di xebatên têne kirin de, moral û motîvasyonekî pir xurt heye. Herwiha ji bo xwedîderketina li siberojê, divê her ciwan îro pêşeroja xwe ava bike. Li ser vê bingehê banga me ji bo hemû ciwanan ew e ku bi herikandina qada mîtîngê hem bi dengê xwe û hem bi drûşmeyên xwe, helwesta xwe nîşan bidin.


’Gelê Kurd hebûna azadiyê ye’


Hûseyin Birlik axaftina xwe wiha qedand: “Bi berxwedanê, gelê Kurd hebûna xwe da qabûl kirin. Êdî dem dema azadiyê ye. Ji bo em jiyaneke azad ava bikin, pêwîst e em li nirx û berdêlên xwe ên giran buha, xwedî derkevin. Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê jî Kurdistanê re statu û ji Rojhilata Navîn re aramî, aşitî û azadîyê bîne. 4’ê Çileyê roja yekşemê seet 12:00’an li qada îstasyone mitîng bê lidarxistin.”

Lînka Nuçeyê: https://ronahi.net/ku/?p=231470

Ronahî
31.12.2025

 

Çalakîyên Nêzîk